ROJNAMEY XEBAT 2017-10-25
Mexmûr- Heşda Şeibî êrîş kir û Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew şikandin

 Li sînorê navçeya Mexmûrê çekdarên Heşda Şeibî bi cilên polîsên federal êriş kirin ser çeperên Pêşmerge, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew êriş têk birin.

Berpirsê Komîteya PDKê li Mexmûrê Ebdula Tahîr ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê nîvro çekdarên ser bi Heşda Şeibî bi cilên polîsên federal ên Iraqê êriş kirin ser Hêzên Pêşmerge li gundê Bazirge ê ser bi Mexmûrê, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.”

Tahîr wiha got: “Piştî şerekî tund, Hêzên Pêşmerge derbeyeke mezin li Heşda Şeibî dan û ew êrişa wan têk birin. Gelek kuştî û birîndarên wan hene.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌