ROJNAMEY XEBAT 2017-10-26
Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaza destpêkirina guftûgoyên bilez dike

Encûmena Asayişa Navdewletî nîgeraniya xwe ji pevçûnên di navbera hêza Pêşmerge û hêzên Iraqî de nîşan da û ragihand, pêwîst e bilez li ser binemaya destûrê dest bi guftugoyan bê kirin.

Çend roj in milîsên Heşda Şeibî hêzên xwe li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistanê kom dike. Berê jî Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê hişyarî ji bo komkirina wê hêzê da û ragihand, Heşda Şeibî bi piştevaniya supaya Pasdaran bi niyaz in êrîşî Herêma Kurdistanê bikin.

Milîsên Heşda Şeibî bi çek û tankên Amerîkî yên ji bo şerê DAIŞê dabûn artêşa Iraqê êrîşî Herêma Kurdistanê û sengerên Pêşmerge dikin. Wê yekê jî nerazîbûna congressman û sînatorên Amerîkî li pişt xwe anî.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de îro ragihand, Heşda Şeibî îro danê nîvro li çend mihweran êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin û tevahiya mihweran jî hatin têkşikandin.

Di dema têkşikandina milîsêm Heşda Şeibî de, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê duyem tanka Abrams a Amerîkî rûxand, ku bi bihêztirîn tankên cîhanê û Amerîka ye, ku di şerê li dijî ji bo artêşa Iraqê hatiye dayîn û niha ji aliyê Heşda Şeibî ve ji bo êrîşkirina li ser Kurdistanê bikar tê.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌