ROJNAMEY XEBAT 2017-10-30
Serok Barzanî pêşwaziya her dû Balyozên Almanya û Fransa kir

Roja dûşem 30.10.2017 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Sîrîl Nan Balyozê Almanya û Bruno Obert Balyozê Fransa li Iraqê kir.

 

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emnî ya Iraq û Kurdistanê û her wiha guhertinên dawî û êrîşên hêzên Heşda Şe'bî û hêzên Iraqî li ser Kurdistanê nirxandin. Her wiha Balyozên Almanya û Fransa li Iraqê ji bilî derbirîna nîgeraniyên xwe beranber aloziyên di navbera Hewlêr û Bexda wê yekê bi Serok Barzanî ragihandin ku hilgirê peyama dostayetî û berjewendiya hevbeşê welatê xwe ne ji bo xelkê Kurdistanê.

 

Her li vê hevdîtinê de her dû Balyozên Almanya û Fransa tekez li ser girîngiya pêgeha Herêma Kurdistanê kirin û ragihandin ku ji nêzîk ve çavdêriya rewşê û hemû cûre rêkkeftin û danustandinên di navbera Hewlêr û Bexda dikin û hêvî xwestin kêşeyan bi guftûgoyê çareser bikin.

 

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Almanya û Fransa kir û li gotara xwe da rewşa meydanî û pêşhatên dawî û her wiha proseya siyasiya Herêma Kurdistanê ji bo şanda mîhvan behs kir. Di derbarê alozî û pêkdadanên di navbera Hewlêr û Bexda Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku siyaseta Herêmê diyalog û guftûgo û çareserkirina kêşeyane bi awayeke aştiyane lê belê eger Bexda berdewam bê li zimanê şer û gef û xwesepandin û şikandina kerameta gelê Kurdistanê ewe xelkê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge bi hemû şiyanek ve berevaniyê li keramet û rûmeta Kurdistanê dikin. Serok Barzanî îcraat û şer xwestina Hikûmeta Iraqê û mîlîşiyayên bi neyasayî û nedestûrî wesif kir û ragihand ku li gor destûr bi tu awayekî nabê hêzên serbazî ji bo nakokiyên siyasî û li dijî gelê Kurdistanê bikarbînin. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku em ne li gel xwînrihtinê ne û li çend rojên derbasbûyî da pêşrewî û niyeta xerapa Hikûmeta Iraqê wiha kir ku Pêşmerge berevaniyê bike û şer bike.

 

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌