ROJNAMEY XEBAT 2017-10-30
Hikûmeta Kurdistanê: Aramiyê biparêzin

Dixuyê, îşev, li çend deveran li Herêma Kurdistanê hewildanên têkdan û bikaranîna şidetê çêbûne  û wan bûyeran ji bo hevwelatiyan tirs çêkiriye.

Em daxwazê ji hêzên asayîş û polîs dikin kontirola rewşê bikin û rê nedin tu kiryarên nexwestek biqewimin û rêgiriyê li pêşiya êrîşên bo ser baregayên partiyan û saziyên hikûmî û siyasî bigirin.

Wisa dixuyê ku destekî têkder heye û dixwaze têkdan û tevlîheviyê çêke ku, em bi dijwarî şermezar dikin û hişdariyê didin ku her kesek hewilên têkdan û bikaranîna şidetê bide dê li gor yasayê bê cezakirin.

Em daxwazê ji hevwelatiyên xweştivê dikin ku vegerin malên xwe û aramiyê biparêzin, hevkarî û hevahengiyê bi hêzên emnî re bikin.

Serokatiya Civata wezîrên Herêma Kurdistanê
29.10.217

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌