ROJNAMEY XEBAT 2017-10-30
PDK: Divê êrîşkerên ser navenda YNKê bên girtin

 Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) êrişa bo ser baregeha Komîteya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Zaxoyê bi tundî şermezar kir.

Polîtboruya PDKê di daxuyaniyekê de daxwaz ji dezgehên pêwendîdar kir, ku “encamderên wî karî bi zûtirîn dem desteser bikin û rêkarên yasayî li dijî wan cîbicî bikin.”
Di daxuyaniyê de herwiha PDKê êrişa bo ser baregeha Komîteya YNKê ya li Zaxoyê şermezar kir û daxwaz ji dezgeh û aliyên pêwendîdar kir: “Hişyar bin di parastina binke û baregeha hemû partiyan û rê nedin ku fitnekar û xirabekar hewla têkdan û alozkirina rewşa Kurdistanê bidin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌