ROJNAMEY XEBAT 2017-10-30
Mesrûr Barzanî: Bila bi piştgiriya navdewletî diyalog destpê bike

 Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Balyozê Fransa yê li Bexdayê Bronu Ubert û Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Cyril Nonn civiya.

Di civînê de wan her du balyozan tekezî li ser berdewamiya têkiliyên welatên xwe li gel Kurdistanê kirin û anîn ziman, ji bo ku aştî û aramî li deverê hakim be, Fransa û Almanya li ser hewldanên xwe yên bo navbeynkariya di navebra Hewlêr û Bexdayê de û piştgîrîkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê li ser esasê Destûra Iraqê berdewam dibin.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî derbarê rewşa dawî ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de behsa leşkerkeşiya artêşa Iraqê û çekdarên Heşda Şeibî bo ser Kurdistanê kir û got: “Ew liv û tevgerên leşkerî jixwe binpêkirina Destûrê ne.”
Mesrûr Barzanî diyar kir, ku Kurdistan daxwaza aramî û asayişê dike û tekez kir: “Me pê xweş e ku bilez bi piştgiriya civaka cîhanî diyaloga navbera Bexda û Hewlêrê ya di warê leşkerî de bo diyaloga siyasî û îdarî were guhertin.”

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê di beşeke din a heman civînê de behsa rewşa dawî ya li deverê û têkbirina terorîstan kir û got, Kurdistan di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya li dijî terorê de pabendî şerê li dijî terorê û tundûtîjiyê ye.

Her du balyozên Fransa û Almanya berî vê hevdîtinê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî hevdîtin pêk anîbûn.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌