ROJNAMEY XEBAT 2017-10-30
Nêçîrvan Barzanî: Rêyeke nû li pêşiya me ye

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tundûtîjiyên duh şev ên li çend cihên Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand: “Bi ti awayî cihê wan cure tundûtîjiyan nabe û ew yek nerewa û neyasayî ye.”
 
Nêçîrvan Barzanî derbarê bûyerên duh şev ên li Hewêr, Duhok û Zaxoyê de peyamek belav kir û têde ragihand: “Ez wan tundûtîjiyan şermezar dikim ku şeva bihorî hatin encamdan.”
 
Nêçîrvan Barzanî dibêje: “Hemû ewên ku ji wî karî berpirsyar in, divê li gorî yasayên Herêma Kurdistanê lêpirsîn bi wan re bihê kirin. Bi ti awayekê cihê wan cure tundûtîjiyan nabe û ew yek nerewa û neyasayî ye.”
 
Serokwezîr Barzanî tekez kir: “Çareseriya krîzên me yên niha hêsan nîne, lê belê ew cure ji tundûtîjî û dabeşbûna ku şeva bihorî qewimî, di berjewendiya dijminê me de ye.”
 
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Hinek kes ji derve û navxwe ve dixwazin me parçe bikin, tişta ku dibe sedem em pêkve bin, ev e ku Kurdistanî ji wan tiştan mezintirin ku renge bibin sedema dabeşbûna me. Ez daxwaz ji kurdistaniyên niştimanperwer dikim ku yekrêz bin, rêyeke nû li pêşiya me ye.”
 
Di beşeke din a axavtina xwe de, Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê kir, ku hinek alî dixwazin Kurdan dabeş bikin û da xuyakirin: “Maleke dabeşbûyî nikare li ber xwe bide, me pêwîstî bi wê nîne ku em dabeş bibin û nabe ku em rê bidin ku em biçin nava rikeberiyên navxweyî yan ji ber wê rikeberiyê em birûxin, çawa ku hinek kes dixwazin me ber bi wê yekê ve bibin. Em ji wê zêdetirin û ji wê mezintir û bihêztirin, bila em pêkve bi bihêzî bimînin.

 

Rûdaw

 

 

s.g


 
chapkrdn   Share GERANEWE‌