ROJNAMEY XEBAT 2017-11-01
Parlamentoya Kurdistanê biryara Barzanî bilind nirxand

Bo birêz serok Mesûd Barzanî

Silav û rêz

Piştî giheştina nameya cenabê we di roja 28.10.2017 de li civîna asayî ya parlamentoyê roja Yekşemê 29.10.2017 naveroka wê hate xwendin.

Perlemana Kurdistanê bi giringî li pêşinyara te derbarê redkirina berdewamiya te di posta serokê herêmê de nerxand û desthelatên serokatiyê li ser dezgên din hate dabeşkirin, her ji bo wê yekê jî hemû rêyên yasayî hatin standin û yasaya dabeşkirina desthelatên serokatiyê hate pijirandin.

Ev biryara dîrokî rêzgirtine ji yasa û piransîbên demokrasî û qûrbanîdana doza rewaya gelê me ye, taybet di rewşeke weke ya niha ku, neteweyên me û herêma Kurdistanê tê de derbas dibe.

Cenabê we amaje bi wê yekê kiribû ku,tûyê  weke pêşmergeyekê canfidayê xak û gelê xwe berdewam bikî, lewma em jî li parlamentoya Kurdistanê vê biryara te bilind dinerxînin û piştrastin ku, dûrketina te ji desthilata serokatiya herêmê , te ji karê siyasî û weke pêşmergeyek ku, bilintirîn poste ji kar û xebata te û doza mafê rewayê gelê me û mafê çarenivîsî nake.

Di dawiyê de parlamentoya Kurdistanê rêzê ji xebat û mandîbûna te re digre û bo paşerojê jî hêviya serkeftin û berdewamiyê ji erkê te yê siyasî û pêşmergayetî re dixwaze.

Li gel rêzên me

Parlamentoya Kurdistanê

29.10.2017

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌