ROJNAMEY XEBAT 2017-11-02
Serok Barzanî: Şehîdkirina rojnamevanê Kerkûkê mînaka ferhenga şoveniyê ye

 Serok Barzanî derbarê kuştina kameramanê televizyona Kurdistan TV Erkan Şerîf de peyamek belav kir û ragihand, ku ev kiryar bi awayekî zelal mînaka wê ferhenga şoveniyê ye, ku bi zora çek û bi neheqî xwe bi ser navçeyên Kurdistanî de sepandiye.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Şeva 29ê li ser 30ê Cotmeha 2017ê, rojnamevan û wênegirê Kuridstan TV Erkan Şerîf li bajarokê Daqoqê, ku di bin kontrola çekdarên Heşda Şeibî de ye, bi awayekî pir bi durundî, li mala xwe, ji aliyê komek çekdarên bi maske hatiye şehîdkirin. Şehîdkirina rojnamevan Erkan Şerîf, mînakeke pir zelal a wê ferhenga şovenî ye, ku bi zora çek û bi neheqî, xwe bi ser navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de sepandiye, ku bi ti awayî baweriya wan bi araziya hizr û ramanê û jiyana xwelkê nîne.”

Serok Barzanî diyar kir: “Berpirsiyariya şehîdkirina Erkan Şerîf û azardana xelkê wan navçeyan, li ser stûyê wan hêzan e, ku bi awayekî ne yasayî û de destûrî xwe bi ser navçeyê de sepandine.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de daxwaza sersaxiyê li malbata Erkan Şerîf, hemû rojnamevanên Kurdistanê û Kurdistan TV kir.
Şeva 29-10-2017ê, li bajarokê Daqûqê ya Kerkûkê, komek çekdarên nenaskirî û bi maske, êrîş birin ser mala kameramanê televîzyona Kurdistan TV, Erkan Şerîf û ew kuştin.

Erkan Şerîf 50 salî bû û bavê 2 keç û kurekî bû. Erkan Şerîf ev 13 sal bûn kameramanê Kurdistan TV bû û di heman demê de rêveberê dibistana gundê Heftexar a navçeya Daqûq bû.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌