ROJNAMEY XEBAT 2017-11-02
Fazil Mîranî: Kes nikare encama referandumê hilweşîne

 Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî dibêje, Hikûmeta Kurdistanê encama referanuma Kurdistanê cemidandiye, lê kes nikare hilbiweşîne.

Îro li Selahedîn li avahiya Polîtburoya PDKê, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Frank Pîker û şanda ligel wî kir.

Di wê hevdîtinê de, Fazil Mîranî ragihand ku divê Iraq şerê li dijî Herêma Kurdistanê rawestîne û dest bi gotûbêjan bike bo çareserkirina pirsgirêkan û dewleta Iraq vegere ser şeraketê.

Mîranî tekez kir ku rast e Hikûmeta Kurdistanê encama referandumê cemidandiye, lê ti kes nikare encama wê hilbiweşîne û pêwîst e hemû alî nerim bin, ji bo ku herdu alî bighên encameke baş ji herdu aliyan re.

Sekreterê Polîtburoya PDKê ragihand ku herdu xalên sînorî yên Îbrahîm Xelîl û Fîşxabûr di destê Hikûmeta Kurdistanê de ne û Serfermandarê artêşa Iraqê bi serdaneke normal hatibû wir.

Balyozê Brîtanya li Iraqê tekez kir ku divê aloziyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bidaî werin û danûstendin serkeftî bin û êdî welatiyê Iraqê hest bi Iraqîbûna xwe bike û maf û erkên wî parastî bin.


 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌