ROJNAMEY XEBAT 2017-11-02
Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Di daxûyaniya hikumeta herêma Kurdistanê de, ku pêşwazî li destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dike di derbarê xerckirina mûçeyên fermanberên herêma Kurdistanê, hejmara fermanberan eşkere kiriye û amadebûna alîkariyê derbiriye ji bo her pêwîstî û daxwaziyekî din li hember de. Lê hikumeta herêma Kurdistanê di 5 xalan de rexneyê li karên hikumeta Iraqê digre, di derbarê amadekirina budceyê, ku bi bêbeşdariya hikumeta herêma Kurdistanê hatiye amadekirin û daxwaz dike ku neyên pesend kirin, ew 5 xal ev in:

1- Ji bo yekem car piştî sala 2003an, di reşnivîsa yasayê de destewajeya Destûrî  "herêma Kurdistanê - Iraq" parêzgehên ser bi herêma kurdistanê ve hatiye bikaranîn, ev jî binpêkirineke diyar e ji birgeya yekem di maddeya 117 an de, û birgeya yekem di maddeya 121an a Destûrê, ku li herêma Kurdistanê û desthilatên wê mûkir tê. Wek herêmek federal û mafên peydakirina desthilatên yasadanan û bicîkirin û dadwerî ji bo herêma Kurdistanê hatine dayîn, ne wek parêzgeh .

2- Kêmkirina beşê budceya herêma Kurdistanê ji bo cara yekem ji piştî sala 2005an ve, ji rêjeya 17 % ji bo rêjeya 12%. Ev jî binpêkirinek birgeya sêyem di maddeya 121an a Destûrê ye, ku pêwîst e li ser hikumeta federal pişkînînek dadperwerî ji dahatên federalî ji bo herêma Kurdistanê terxan bike. Ew jî li gor hejmara rûniştvanên herêmê, ku heta niha li Iraqê serjimêrî nehatiye kirin. Bi rêkeftina her dû aliyan, rêjeya rûniştvanên herêma Kurdistanê 17%ê ji rûniştvanên Iraqê hatiye diyarkirin. Her li ser vê binemayê jî, her sal di yasayan de budceya Iraqê hatiye çespandin, tevî ku tu salek herêma Kurdistanê ev rêjeye wernegirtiye, ji ber zêdebûna berçav a xerciyên siyadî, bi bê ku tu rolek herêmê di wan xerciyan de hebe, yan beşê xwe wergirtibe. Ji ber wê yekê jî, kêmkirina pişka herêma Kurdistanê tu binemayek destûrî nî ne , û ji derveyî wê rêkeftina hevbeş e ku, hatiye encam dan.

3- Dayîna desthilata rasterast ji bo parêzgehên herêma Kurdistanê di yasaya budceya federal û peywendîkirin digel parêzgehên herêma Kurdistanê wek parêzgeh ne wek herêm, berovajî birgeya yekem ya maddeya 117 an û birgeya yekem ya maddeya 121 ya Destûrê û peywendîkirin digel herêma Kurdistanê, wek her parêzgehek din a Iraqê ne wek herêmeke federal, ku ligorî desturê Iraqê bi xwe lê mûkir hatiye, binpêkirina Destûrê ye.

4-Birgeya çar di maddeya 126an a Destûrê, rê nade desthilatên destûrî yên herêma Kurdistanê ji alî desthilatên federalî ve bên kêmkirin yan sînorkirin, û destûrê rê jî li ber hemwarkirina destûrê girtiye, ku desthilatên herêma kurdistanê kêm bike.

5-Tevî dûbarebûn a kêmûkuriyan her salên di borî de, di reşnivîsa yasaya budceya federalî ya sala 2018an de, niha ev xalên cewherî yên nedestûrî ku li serê amaje pê hatine kirin, hatine zêdekirin.

Ji ber rûnkirina wan maddeyên Destûrî yên serê, bi taybetî jî birêz Ebadî bi berdewamî di gotarên xwe de amaje bi serweriya Destûra Iraqê û ziyangihandin bi welatiyên herêma Kurdistanê dike, daxwaz ji Civata wezîrên Iraqa federal dikin, bi vekirina deriyê danûstandinan digel Civata wezîrên herêma Kurdistanê, ji bo danîna reşnivîsekî yasaya budceya federal li ser binemaya Destûr û dabînkirina pişka dadperwerane ya herêma Kurdistanê.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌