ROJNAMEY XEBAT 2017-11-05
Iraqê projeyasaya li dijî Kurdistanê pesend kir

 Encumena Wezîran a Iraqê projeyasa ya bûdceya giştî ya welat a bo sala 2018ê pesend kir, ku têde pişka Herêma Kurdistanê ji %17 bo %12.67 hatiye kêmkirin û navê Herêma Kurdistanê jî weke parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye bikaranîn.
 
Endamê Komîteya Darayî ya parlamentoya Iraqê Mesûd Heyder di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Civata Wezîran a Iraqê derbarê projeyasa ya bûdceya 2018ê civiya û Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Ceiferî jî serpireştiya civînê dikir.
 
Mesûd Heyder ku endamê Fraksyona Tevgera Goranê ye, ji Rûdawê re got, ku projeyaysa ya bûdceya Iraqê ya bo sala dahatî weke xwe hatiye pesendkirin û ti guhertin têde nehatine kirin.
 
Mesûd Heyder diyar kir, di wê projeyasa ya bûdceyê de pişka Herêma Kurdistanê ji %17 ve bo %12.67 hatiye kêmkirin, lê belê rê bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî hatiye dank u guhertinan di projeyasayê de bike.
 
Wî endamê Komîteya Darayî ya parlamentoya Iraqê tekez kir, ku her du wezîrên Kurd ên beşdar di civîna encumena wezîran de, Wzîrê Rewşenbîrî Firyad Rewandizî û Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed têbînî, rexne û nerazîbûna xwe derbarê kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê û navbirina Herêma Kurdistanê weke parêzgehên Herêma Kurdistan û çend bebaetên din anîne ziman, lê belê projeyasa bi piraniya dengan hatiye pesendkirin.
 
Bi gotina Mesûd Heyder, her du wezîrên Kurd projeyasa îmza nekirine.
 
Heyder derbarê rêdan bi Serokwezîrê Iraqê bo encamdana guhertinan di projeyasaya bûdceyê de jî got, reng e ew yek weke karteke fişarê be li he,ber Herêma Kurdistanê ku Ebadî bixwaze bi kar bihîne.
 
Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî îro serdana navçeyên ji nû kontrolkirî yên li parêzgeha Enbarê kiriye, ji ber wê jî di civîna Encumena Wezîran a îro de amade nebû.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌