ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
Serok Barzanî:Ji biryara referanduma serxwebûna Kurdistanê ne poşmanim

Serok Barzanî di hevdîtinekê de li gel dezgeha NPR a Amerîkî dûpat kir ku, ew ji biryara encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê ne poşmane

Li gor çend postên rûpela taybet a Tiwîtera xatûn Can Eraf ew rojnamevana ku, dîdar li Barzanî encamda ye û biryare ku, îro belav bibe, tê de serok Barzanî amaje bi wê yekê dide li ser helwesta dawî ya Amerîka beramber Kurdistanê dema ku, rê da artêşa Iraqê êrîşê ser herêma Kurdistanê bike pêwîst bû pêwendiyên Kurdan li gel Amerîka berçav bigre û rê li ber êrîşê girtiba.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, helwesta Rûsya li himber referandûma serxwebûna Kurdistanê pozitîv bû.

Herwiha derbarê helwesta hikumeta Iraqê ya dujminatî , serok Barzanî got ku, pêşbînî dike ku, Iraq sînoran bigre û lê çaverê nedikir ku, ew êrîşî herêma Kurdistanê bike.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌