ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
Heşda Şeibî erebên başûrê Iraqê li Kerkûkê bicîh dike

 Heşda Şeibî li Kerkûkê dest bi bicîhkirina erebên şîe yên başûrê Iraqê kiriye.

Berdevkê serokatiya encumena PDKê li devera Germiyan û Kerkûkê, Ednan Kerkûkî ji BasNewsê re got, Heşda Şeibî tevahiya sembol û nîşandên Kurdistanîbûna Kerkûkê ji nav dibin.

Ednan Kerkûkî her wiha got, Heşda Şeibî erebên şîe yên başûrê Iraqê li Kerkûkê bicîh dike û bi vî rengî him Kerkûkê dikin ereb paşê jî dikin şîe!

Wî rayedarê PDKê anî ziman, erebên ku Heşda Şeibî li Kerkûkê bicîh dike, heman ew ereb in yên ku beriya niha di çarçoveya madeya 140 ya Destûra Iraqê de ji Kerkûkê hatibûn derxistin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌