ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
Wezareta derve ya Iraqê bêjeya "Herêma Kurdistanê" di nivîsên xwe de qedexe kir

 Li gor belgeyeka wezareta derve ya Iraqê, tê de ferman daye ku, di  nivîsên fermî yên daxwaza bêhndanê de bêjeya Herêma Kurdistanê neyête bikaranîn, lê bakurê Iraqê bête nivîsandin.

Li gor belgenameya ku, wêneyeka wê desti bi BasNewsê jî ketiye tê de wezareta derve ya Iraqê biryarnameyek ji 02 Mijdar 2017an belavkiriye, ku tê de tê xwestin di  nivîsên fermî yên daxwaza bêhndanê de bêjeya Herêma Kurdistanê neyête bikaranîn, lê bakurê Iraqê bête nivîsandin.

Desthilata Bexdayê li aliyekî qala Destûrê dike, li aliyê din hemberî Kurdistanê her dijberiyekê dike û Destûra Iraqê bi xwe binpê dike.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌