ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan ji bo danûstandinên cidî amade ye

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Duşema 07ê mijdara 2017ê li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Şandiyê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Iraqê Yan Kobish kir.

Di civînekê de her du aliyan Nêçîrvan Barzanî û Yan Kobish misogerî li ser destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê kir.

Rewş û pêşhateyên herêmî, Îraq û Herêma Kurdistanê di civînê de hatin nirxandin û her du aliyan tekîd kir ku pêwîst e hemû alî alozî û geşedanên li vê dawiyê li deverên nakokîdar dirust bûne, bi dawî bînin.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî û Kobish amaje bi wê yekê kirin ku divê diyaloga cidî di navbera Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina hemû pirsgirêkan dest pê bike û rola civaka navdewletî ji bona amadekirina zemîneyê destpêkirina diyalogê bi pêwîstî dan zanîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê careke din tekîd li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan rêya diyalogê ye û hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo destpêkirina danûstandinên cidî bi Bexdayê re amadeye.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌