ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
PDK: Iraqê beriya referanduomê xwe amade kiribû êrişî Kurdistanê bike

 Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, Iraqê beriya referandumê xwe amade kiribû êrişî Kurdistanê bike ne piştî referandumê. Herwiha tekez kir ku PDK biryar daye ku dest bi gotûbêjan bike ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê.

Rêveberiya PDKê îro bi serokatiya Serok Barzanî civiya. Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed naveroka civînê ji raya giştî re eşkere kir.

Mehmûd Mihemed got, êriş û pilanên hikûmeta Iraqê li dijî Kurdistanê nîşan didin ku ew êriş û pilan beriya referandumê hatibûn amadekirin ne piştî referandumê.

Li ser hewlên Gorran û Komela Îslamî bo pêkanîna hikûmeteka demkî jî Mehmûd Mihemed got, şert û rewşa niha ya Kurdistanê ji tiştekî wisa re amade nîne loma pêwîst hemû aliyek piştevaniya hikûmeta niha bike.

Berdevkê PDKê herwiha tekez kir ku PDK biryar daye ku dest bi gotûbêjan bike ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê û ji bo yekrêziya navmala Kurdistanê Serok Barzanî tekezî li ser yekrêzî û yektiyê kiriye, ji bo wê yekê jî Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî dê dest bi gotûbêjan bike ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê.

Li ser civîna PDK û YNKê jî berdevkê YNKê got, em niha nizanim emê bi kê re hevdîtin bikin ji ber ku hîn nayê zanîn kî nûneratiya YNKê dike.

Wî rayedarê PDKê bang li gelê Kurdistanê kir li hember êriş û pilanên ku li dijî Kurdistanê tên kirin û danîn, li ber xwe bidin û got, me di civînê de behsa mûçe jî kir. Ji hikûmet hat xwastin ku çareyekê bibîne bo paşerojê.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌