ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
Asayişa Hewlêrê:Ti maleke penaberên ereb nehatine derkirin

Asayişa Hewlêrê dengoya derkirina çend malên ereb ji Hewlêrê red dike û rêveberiya Hewlêrê dûpat dike penaberên ereb bi rêz ve li bajarê Hewlêrê jiyana xwe derbas dikin.

Derbarê wê yekê Asayişa Hewlêrê daxuyaniyek belav kir tê de wiha hate ragihand:Hin kanalên ragihandinê belav kirine ku ew penaberên ereb ên ku ji bajarên din ên Iraqê ve penah anîne Kurdistanê, niha ji bajarê Hewlêrê tên derxistin û li cihê wan malên penaber koçberên Kerkûkê tên bicihkirin, Rêveberiya Asayişa Hewlêrê van nûçeyan red dike û hemû aliyan piştrast dike, ku ew welatiyên ereb bi rêz ve li bajarê Hewlêrê jiyana xwe ya asayî derbas dikin.

Asayişa Hewlêrê aşkere kir ku, hinek ji malên koçberên Kerkûkê li bajarê Aştî 2 hatine bicihkirin, ew jî bi rêkevtin bûye li gel kompaniya bajarê Aştî û Parêzgarê Hewlêrê daku hejmarek ji wan malên ku vala ne, kirê bidin wan koçberan û ew navên ku li ser dîwaran hatibûn nivîsîn, ew mal in ku niha mulkê kompaniyê ne û bi ti kesî nehatine firotin û ti malên penaberên  ereb li bajarê Hewlêrê rûbirûyê ti giriftan nebûye.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌