ROJNAMEY XEBAT 2017-11-07
Parêzgarê Hewlêrê: Îdiayên dagîrkirina malên Ereban ne rast e

 Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî hemû îdiayên dagîrkirina xaniyên Ereban ji aliyê awareyên Kerkûkê ve, red kir û ragihand: “Ji bo vê mebestê jî lijneyek hatiye pêkanîn û li gor destûrê mafê wan parastî ye.”
 
Newzad Hadî di konferanseke rojnamevanî de diyar kir: “Li ser medyaya civakî û hin kanalan behsa wê yekê tê kirin ku xaniyên Erebên li bajarê Hewlêrê û bi taybetî li projeyên niştecihbûnê, ji aliyê awareyên Kerkûkê têne dagirkirin û yan jî ji mala xwe têne derxistin. Ti bingeha van îdiayan tine ne û ji rastiyê dûr in. Em bi awayekî piştrast dibêjin, ku biryareke wiha ne ji aliyê hikûmetê ve, ne jî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve tine ye.”
 
Parêzgarê Hewlêrê herwiha got: “Tiştê ku qewimî; dema ku xelk ji Kerkûkê hatin û hejmara wan jî zêde bû, him berê xwe dabûn Silêmaniyê û him jî Hewlêrê, beşeke wan li cem xizm û nasên xwe cih dîtin, beşeke wan li hotêlan alîkariya wan hate kirin û cih ji wan re hate dîtin, hinekên din jî xwediyên projeyan alîkariya wan kirin, beşeke din jî berê xwe dan projeya Aştî ya 2 ku çûne nav xaniyên xelkê û dagir kirine, ji ber vê mebestê jî, me lijneyek pêk anî û me ew agahdar kirine. Di nav wan xaniyan de xaniyên ku xwediyên wî Kurd in jî hene û Ereb jî hene ku ji %80ê xwediyên xaniyan Kurd in. Lê ew xanî hatine parastin û emê vegerînin xwediyên wan.”
 
Hadî herwiha piştrast kir, ku aware û welatiyên li Herêma Kurdistanê ne, bi Kurd, Ereb, Tirkmen û Mesîhî ve, hemû welatiyên Iraqê ne û li gor destûrê mafê wan hatiye parastin.
 
Li ser dabînkirina cih û xanî ji bo awareyên Kerkûkê, Newzad Hadî destnîşan kir: “Hejmareke zêde awareyên ji Kerkûkê di şev û rojekê de berê xwe dan Hewlêr û Silêmaniyê. Tenê di şevekê de zêdetirî 84 hezar kes hatin Hewlêrê. Wê çaxê pêşbînî jî nehatibû kirin, ku xelk aware bibin, da ku rêkareke pêşwext me bigirtana ber xwe, yan jî kamp vekirana.

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌