ROJNAMEY XEBAT 2017-11-09
Şêwirmendê Ebadî mercê dana beşê budceya Herêmê aşkere dike

Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê mercê hikûmeta Iraqê ji bo dana pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018an aşkere dike.

Şêwirmenêdê aborî yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih ji “Bexdad El-Yewm” ragihand, ew axaftinên di medyayê de hatine belavkirin yên derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji budceyê ji sedî 17 ji bo ji sedî 12 hatiye kêmkirin, tenê reşnivîs e û hîna hikûmetê ew nekiriye proje.”

Ew Şêwirmendê Ebadî dibêje: “Projeya budceyê hîna di destê Encûnema Wezîran de ye û nebûye projeyek pêşniyazkirî, tiştê li ser tê gotin jî, tenê nerîn û pêşbînî ne.”

Derbarê mercê dana pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya sala 2018an jî got: “Li gor perensîpan, divê Herêm dahatiyên xwe radestî xezîneya dewletê bike, ji bo pişkê xwe ji budceya giştî ya Iraqê bibe.”

Berê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, ew amade ne tevahiya dahatiyên herêmê radestî Bexdayê bikin, bi mercê pişkê ji sedî 17 ji budceyê bişîne Kurdistanê.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌