ROJNAMEY XEBAT 2017-11-09
Encûmena wezîrên herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Berî demekê encûmena wezîrên Herêma Kurdistanê daxuyiyek belav kir, tê de pêşwaziya destpêşxeriya Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî derbarê dabînkirina bûdeceya herêma Kurdistanê ji aliyê hikumeta Iraqê ve kir.

Ev jî deqê daxuyaniyê ye:

Birêz Serokwezîrê Iraqa Federal Heyder Ebadî di konfransa rojnamevanî ya heftane ya xwe de di 07-11-2017 de behsa çend babetên girêdayî bi Herêma Kurdistanê kir, encumena wezîran a Herêma Kurdistanê tevî ku tekez dike, dixwaze dûr ji bersiv û bersivdayînên medyayî, li ser maseya gotûbêjê pirsgirêkan çareser bike, bi pêwîst dît ku bersiva çend beş ji gotinên wî bide.

1-Derbarê dabînkirina mûçeyên mûçewergirên Herêma Kurdistanê, cardin Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku pêşwazî li wê destpêşxeriya birêz Serokwezîr Ebadî bo dabînkirina bûdceyê ji aliyê hikûmeta federal ve dike.

2-Birêz Ebadî bi guman ve behsa hejmara mûçewergirên Herêma Kurdistanê kir, em tekez dikin ku em amade ne tevahiya amar û zanyariyên piştgirêdayî bi tomara sîstema bayometriyê ya derbarê mûçewergirên Herêma Kurdistanê de ji komîteyeke taybetmend a hikûmeta federal re bo hûrbîniyê pêşkêş bikin.

3-Em daxwaz ji birêz Heyder Ebadî dikin ku di çarçoveya wan desthilatên ku Encumena Wezîran a Federal daye wî, pêdeçûna pêwîst bo xişteya taybet bi terxankiriyên ji mûçewergirên Herêma Kurdistanê re bike, ku mehane tenê 334 milar dînar ji hemû mûçewergirên Herêma Kurdistanê re hatiye terxankirin, di demekê de ku pereyê pêwîst bo mûçeyên meheke mûçewergirên Herêma Kurdistanê dike 897 milyar û 500 milyon dînar, wate bi ciyawaziya 563 milyar û 500 milyon dînarî.

4-Derbarê pêşmerge, ti pereyeke diyarkirî di xişteyên pêvekên reşînivîsa bûdceya federalî de nehatiye, belku bi têksteke nezelal rêjeyek ji terxankiriyên Hêza Bejayî ya Wezareta Berevaniyê jê re hatiye terxankirin, ew yek di demekê de ku me çaverê dikir, ku pesna rol û qurbaniyên pêşmerge bide, ku mil bi milê hêzên din ên Iraqê rûbirûyê terorê bûne û bi şahidiya birêz Serokwezîrê Iraqê bi xwe û Hevpeymaniya Navdewletiya li dijî terorê, pêşmerge roleke bi bandor di şikestdana terorê de hebûye û heye.

5-Derbarê rêvebirina kerta Xaz û petrolê li Kurdistanê û şefafbûna wê sektorê, di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Derbarê birêvebirina sektora petrol û gazê li Herêma Kurdistanê de û ew gomanên ku birêz Heyder Ebadî amaje pê kirine, têkildarî şefafbûna di berhemanîn û hinardekirina petrolê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sala 2016ê de girêbestek li gel du ji baştirîn kompaniyên hûrbînî yên cîhanî îmza kiriye bo hûrbîniyeke serbixwe ya tevahiya dahat û xercî û mijarên têkildarî petrol û gazê ji destpêka destpêkirina çalakiyên petrol û gazê ve li Kurdistanê, proseya hûbîniyê jî gelek bi başî birêve diçe û dê berdewam be jî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye raportên wê hûrbîniyê bo hevwelatiyan û hikûmeta federal aşkere bike.

6-Derbarê radestkirina petrola Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal de, em tekez dikin ku ew prose pêwîst e di çarçoveya Destûrê de were encamdan û garantiya heqên darayî yên Herêma Kurdistanê li hember kompaniyên cîhanî yên berhemhênerên petrolê li Herêma Kurdistanê, li gorî wan girêbestên ku di çarçoveya yasayê de hatine îmzakirin, bihê kirin, ku di madeya yekem a reşnivîsa bûdceya Iraqê ya bo sala 2018ê de Herêma Kurdistanê hatiye pabendkirin bi hinardekirina 250 hezar bermîlên petrolê, bêyî ku ti terxankiriyek hebe bo heqên darayî yên kompaniyên petrolê, di demekê de ku zêdetir ji 16 tirliyon dînar ji Wezareta Petrola Iraqê re htaiye terxankirin.

7-Birêz Heyder Ebadî bi goman ve pirsyarê dike, ku gelo pereyê ji firotina 550 hezar bermîlên petrolê di meha Cotmeha 2017ê de çi jê hatiye: Di vê bareyê de Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di beyannameyekê de nerastbûna wan zanyariyan aşkere kir, dahata rasteqîn a vê mehê jî bo dabeşkirina mûçeyên meha Tebaxa 2017ê hatiye xerckirin.

8- Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li dabînkirina nefta xaw bo parzûngehên Kurdistanê ji aliyê Iraqê ve kiriye û gotiye: “Em pêşwazî li vê destpêşxeriyê dikin, lê belê heta niha nefta xaw ji aliyê hikûmeta federal ve negihîştiye parzûngehên Herêma Kurdistanê.

9-Derbarê berevanîkirina birêz Heyder Ebadî ji kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya federalî bo %12.6, ji bilî ku ew yek cihê nîgeraniya Herêma Kurdistanê ye, ti bingeheke wê ya destûrî jî nîne, çimku heta niha serjimêriya rûniştvanan nehatiye kirin. Diyarkirina rêjeya %17 bi rêkevtina her du hikûmetan bûye, tevî ku ti salî Herêma Kurdistanê bi kirdeyî rêjeya %17 wernegirtiye, ji ber zêdebûna salane ya xerciyên serweriyê ku Herêma Kurdistanê jê bêpar bûye. Ev yek zêdebarî zêdebûna rûniştvanên Herêma Kurdistanê bi rêjeya %30, bi sedema li xwe girtina zêdetir ji 1.5 milyon awareyên parêzgehên din ên Iraqê û penaberên Sûriyê ku ji hemû xizmetguzariyên tendirustî, perwerde, asayiş, kehreba, ava paqij û nîştecihbûnê sûdmend bûn, tevî sînordarî û xirabiya rewşa aboriya Herêma Kurdistanê.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌