ROJNAMEY XEBAT 2017-11-09
Serokatiya Parlamentoyê û serokên firakisyonan daxuyaniyek belav kirin

Îro Çarşemê serokatiya Perleman û serokên firakisyonên Perlemana Kurdistanê, piştî bidawîbûna civîna wan, daxuyaniyek belav kirin.

Îro, Çarşemê 8.11.2017 serokatiya Perleman û serokên firakisyonên Perlemana Kurdistanê, piştî bidawîbûna civîna wan, daxuyaniyek belav kirin, tê de ragehandin ku,dive hemû alî û hêzên Kurdistanî yekrêz û yekdeng bin, daku vê qonaxê derbas bikin û divê hikûmet û Perlemana Kurdistanê jî hevkariyeke temam bihevre bikin û komîtên Perleman ji bo çavdêriya yasana û zêde xizmetkirina xelkê Kurdistanê bên ektîvkirin.

Daxuyanî tekez dike, ku dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê amade ne di çarçoveya destûra Iraqê diyalogê li gel hikûmeta Iraqê bikin û ji civaka navdewletî tê xwestin hevkariyeke ciddî ji bo diyalogê li ser bngeha destûra Iraqê bike, ji ber ku berdewamiya rewşê wê ziyanê li tevahiya navçeyê bike, herweha daxuyaniyê tekez kir, ku Herêma Kurdistanê ti binpêkirineke destûrî nekiriye. 

Li ser pirsa budceyê, daxuyanî tekez dike ku pêwîste rêjeya 17% ya pişka Herêma Kurdistanê ji budceya Iraqê bê parastin û mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê bên dayin.

Evî xalên lihevkirina serokatiya perleman û serokên parlamentoyê ne:

1 - Ji bo çareserkirina arîşe û giriftan û nehêlana astengiyan û hewlên aliyên siyasî bo tifaqa civakî û siyasî, em bi giring dizanin ku yekrêzî û yekgotarî li navxweyê Herêma Kurdistanê û Iraqê û herêmê were berdestkirin, di vê qonaxê de ku milletê me tê re derbas dibe, em daxwaz dikin bo vê armancê lez bihê kirin.

2 - Parlamento û hikûmet bi temamî alîkar û li gel hev hemaheng dibin û herwiha tekezî hat kirin li ser aktîvkirina komîteyên parlamentoyê û karê çavdêrî û lidûvçûnê û her rêkareke yasayî ku pêwîst be ji bo bihêzkirina saziyan û zêdetir xizmetkirina gişt tex û tiwêjên Herêma Kurdistanê.

3 - Parlamentoya Kurdistanê tekez dike, ku dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Destûra Iraqê de amadeyiya xwe bo danûstandin û çareserkirina bingehîn a arîşeyan nîşan dane û bo vê mebestê pêwîst e herî zû dema danûstandinê were diyarkirin û di vê navberê de jî em daxwaz ji civaka navdewletî dikin bi awayekê ciddî alîkar bin, çimku mana rewşê bi vî awayî dibe sedem bo têkçûna jiyana xelkê Kurdistanê û navçeyên arîşedar. Bo tekezkirinê, ti cure binpêkariyeke destûrî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nehatiye kirin, berovajî di hemû beyanname û daxuyaniyên fermî de pabendbûna bi yasa û madeyên destûrî yên Iraqê bi zelalî amaje pê hatiye kirin û tekezî li ser hatiye kirin.

4 - Em tekez dikin, ku şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bi mebesta danûstandinê diçe Bexdayê, pakêteke yasayî û darayî ya hûr amade bike û bi vê armancê jî parlamentoya Kurdistanê bi fermî nûnerên xwe bo wê amadekariyê ji xelkên pispor û şareza diyar kiriye û em bi temamî hemahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, divê hewl werin berfirehkirin bo danûstandineke bilez, bi taybet ku debara xelkê Kurdistanê dikeve ber metirsiyeke ciddî û em daxwaz dikin, ku di danûstandinên navbera her du aliyan kar bi navê mûçewergirên Herêma Kurdistanê yên di çarçoveya sîstema bayometrî de were kirin û rêjeya %17ê heqê darayî ya Herêma Kurdistanê jî parastî be.

5 - Bo gera nû ya yasayî, biryar hat dank u hemû ew yasa û projeyên ku giring in û pêwîstiyên bilez ên vê qonaxê ne, bikevine bernameya karê civînên parlamentoya Kurdistanê û bi berçavgirtina wan yasayên ku rehendên niştimanî hene, û kar bi prensîpa lihevkirinê were kirin.

6 - Civînê biryar da, bi armanca lidûvçûna meydanî û amadekirina raporteke piralî li ser hemû wan bûyerên ku hatine sere navçeyên arîşedar, komîteyeke lêkolînê ji her çar komîteyên navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya herêmê, pêşmerge, navxwe û mafên mirov were pêkanîn, ji bo amadekirina raporteke meydanî ji parlamentoya Kurdistanê re.

7 - Biryar hat dan, biawayekê bilez civîneke hevbeş a fraksyonên Kurdistanî yên parlamentoya Iraqê û parlamentoya Kurdistanê bo amadekirina nêrîna hevbeş a her du aliyan birêve biçe.

8 - Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser wê dike, ku pêwîst e parlamneto agahdarî hemû rêkarên danûstandin û encamên wê be û herwiha şêwira berdewam di navbera hikûmet û parlamentoyê de were berdestkirin.”

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌