ROJNAMEY XEBAT 2017-11-11
Serok Barzanî: Me zanî ku divê em tenê pişta xwe bi xwe girêbidin

 Serok Barzanî dibêje, eger referandoma serxwebûna Kurdistanê nehatiba kirin dê ziyanek mezintir gihîştiba Kurdistanê.

Serok Barzanî duh bersiva pirsên pêşkêşkara televîzyona CNN Kirîstiyan Emanpûr yên li ser rewşa Kurdistanê û bûyerên piştî referandoma serxwebûna Kurdistanê da.

Barzanî li ser êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li dijî Kurdistanê got, ew êriş beriya referandomê hatibûn pilankirin, referandom behane bû.

Serok Barzanî her wiha got, referandom mafekî me yê demokratîk bû û me ew mafê xwe bicîh anî. Eger me referandom nekiriba wê çaxê dê ziyanek mezin gihîştiba Kurdistanê.

Li ser helwesta Amerîka li hember êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li dijî Kurdistanê jî Barzanî got, tiştekî gelekî sosret e ku yên ku li ba Amerîka terorîst tên dîtin, bi tank û çekên Amerîkî êrişî me dikin! Vê yekê jî li ber çavên efser û rayedarên Amerîkî dikin!

Serok Barzanî li ser deverên Kurdistanî yên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve hatine dagîrkirin jî got, ew deverên ku ji dest derketin bi şer ji dest derneketin. Ji ber wê jî normal e em hinek tiştan bi awayekî demkî ji dest bidin. Me îradeya gelê xwe hilbijart. Jixwe eger îradeya me ji dest derketiba wê çaxê gelekî zor û zehmet dibû.

Barzanî rexne li bêdengiya civaka navdewletî li hember êrişên Heşda Şeibî û hêzên Iraqî li dijî Kurdistanê jî girt û got, piştî referandomê me dît ku Kurdistan bi tenê ye û divê gelên mezlûm tenê pişta xwe bi xwe girêbidin. Têgehên mafên mirov, mafên gelan, azadî û demokrasî hemû vala û pûç in!

Serok Barzanî di dûmahîkê de daxwaz ji Bexdayê kir bi Hikûmeta Kurdistanê re dest bi diyalogê bike û got, ji ber ku şer malwêranî ye bo hemû Kurdistanê û ti xêra şer nîne.

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌