ROJNAMEY XEBAT 2017-11-13
Derbarê erdheja li herêma Kurdistanê de Hikûmeta herêma Kurdistanê peyamek weşand

 Hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê erdheja li Kurdistanê pêkhat de peyamek weşand.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ji ber erheja li bajarên Kurdistanê pêkhat, daxuyaniyek weşand û tê de daxwazê ji karmendên nexweşxane û bingehên tenduristiyê dike ji bona hevkarkirina hemwelatiyan ji bo ser karên xwe vegerin û di amadebaşiyê de bin.

Daxuyanî waha ye:

Kurdistaniyên Xweştivî

Mixabin, îşev 12/13.11.2017ê, erdhejekê bajarên Kurdistanê hejandin û bû sedema jiynajidestdan û birîndarbûna çend welatiyan li deverên cuda. Em daxwazê ji karmendên nexweşxane û centerên saxlemîyê û hemû wezaretên peywendîdar bi hevkariya hewelatiyan, vegerin ser karên xwe û ji bona alîkarîkirina welatiyan di amadebaşiyê de bin.

Bi vê minasibetê jî, serokatiya civata wezîran, walî û bepirsên yekîneyên îdarî ji bona derxistina her biryarekê ku, xizmeta hevwelatiyan bike û bi taybetî jî hevkariya birîndaran bike, destvekirî dike.

Em ji Xwedayê mezin hêvîdarîn canê qurbaniyan bi beheştê şad bike û serbir û tehemûlê bi malbatên wan bide. Daxwaza zûçakbûnê ji bo birîndaran û selametiyê ji bo welatiyan dixwaz in.

 

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê

12/13.11.2017

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌