ROJNAMEY XEBAT 2017-11-13
PDK: Gelê Kurdistanê dê bighê mafên xwe yên neteweyî û niştimanî..Kerkûk dilê Kurdistanê ye

 Di civîna navbera Ofîsa Cîgirê Serokê PDKê û Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyan de, tekez hat kirin ku ji bo derbasbûna ji vê rewşê, piştevaniya li Hikûmeta Kurdistanê bi girîng hat dîtin.

Duh 12-11-2017 Ofîsa Cîgirê Serokê PDKê ligel Encumena Serkirdatiya Kerkûk û Germiyan civiya.

Di serê de, Berpirsê Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyan Selah Delo behsa bûyerên Kerkûk û Xurmatû û navçeyên Kurdistanî kir û amaje bi guhertinên vê dawiyê kir û behsa xelkê ku ji ber hatina Heşda Şeibî koçber bûne, kir.

Piştre Rêveberê Ofîsa Cîgirê Serokê PDKê Taha Berwarî bi navê cenabê Serok Barzanî û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî bixêrhatina amadebûyan kir û silavên wan gihandin endamên Encumena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyan û herwiha behsa rewşa navçeyê bi giştî û Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî kir û li ser rewşa xelkê Kerkûkê yên ku koçber bûne, axivî û da zanîn ku hewlên navdewletî hene ji bo aramkirina aloziyan û destpêkirina gotûbêjan di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Di beşeke din a vê civînê de rewşa Kerkûk û Germiyan û navçeyên din ên Kurdistanî hat behskirin û Ofîsa Cîgirê Serokê PDKê tekez kir ku ew hemû hewlên xwe didin ji bo alîkariya koçberên Kerkûk û Xurmatû û kêmkirina êşa wan.

Herwiha tekez hat kirin ku ev qonaxa niha dê bi yekrêzî û yekêtî û karê hevbeş derbas be û dê xelkê Kurdistanê bi ser bikevin.

Herwiha hat tekezkirin ku ji bo derbaskirina vê qonaxê pêwîstî bi piştevaniyeke mezin bo Hikûmeta Kurdistanê heye, herwiha pêwîstî bi yekîtî û yekrêziya navmala Kurdî heye û dê bi moraleke bilind gelê Kurdistanê bighê mafên xwe yên neteweyî û niştimanî, ku bi dehên selan e xebat jê re tê kirin, nexasim Kerkûka dilê Kurdistanê, ew bajarê ku PDKê bi dirêjahiya şoreş û raperînan qet amade nebûye dest jê berde û berdewan cihê giringiyê bûye li cem PDK û Serok Barzanî û Cîgirê Serokê PDKê.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌