ROJNAMEY XEBAT 2017-12-12
Almanya: Em piştgiriyê li hikûmeteke bihêz li Kurdistanê dikin

 Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn di hevdtina li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de tekezî li ser pêwîstiya hebûna diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de be, kir û ragihand, Berlîn “piştgiriya hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê dike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Almanya yê li Iraqê Cyrill Nunn îro li Hewlêrê civiyan û derbarê pêşhayên herî dawî yên navçeyê û kêmbûna aloziyên navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de gotûbêj kirin.

Di vê civînê de Nêçîrvan Barzanî û Cyrill Nunn derbarê pêşhatên herêmî û kêmbûna aloziyên navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de gotûbêj kirin.

Cyrill Nunn tekezî li ser pêwîstiya hebûna diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku di çarçoveya Destûra Iraqê de be, kir û “piştgiriya xwe bo hikûmeteke bihêz li Herêma Kurdistanê nîşan da.”

Herwiha di hevdîtinê de Balyozê Almanya yê li Iraqê spasiya xelk û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku ew barê giran ên li ser milê xwe tehemûl kirine, bi taybet piştî hatina hejmareke gellek mezin a koçber û penaberên destê terorê bo Herêma Kurdistan.

Cyrill Nunn herwiha tekez kir: “Almanya bi rêya rêxistinên nehikûmetî û bi hevrêziya li gel sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser alîkarîkirina koçber û penaberan de berdewam dibe.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di vê civînê de derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de axivî û hêvî kir, Almanya rola xwe bo destpêkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan bilîze.

Nêçîrvan Barzanî herwiha ragihand, “pêwîst e Bexda li gorî Destûrê serederiyê li gel Herêma Kurdistanê bike.”

Serokwezîr Barzanî tekez jî kir, ku divê sedemên çêbûna DAIŞê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve werin çareserkirin, daku careke din tundûtîjî dernekeve.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Balyozê Almanya yê li Iraqê herwiha li ser rewşa navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên têkildarî rewşa Herêma Kurdistanê jî axivîn.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌