ROJNAMEY XEBAT 2017-12-13
Nûnerê Hikûmetê li Fransa: Heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin..Fransa bi cidî hewl dide

 Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Fransa Elî Dolemerî dibêje, Fransa bi cidî hewl dide ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û ji niha û heta Sersalê dê guhertinên mezin çêbibin û dê ew kêşe bên çareserkirin.

Elî Dolemerî ji malpera KDP.info re ragihand: “Li Parîs konferansek li ser seqayê birêve çû û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî tê de amade bû. Hatina Ebadî bo Parîs û amadebûna wî di wê konferansê de taybet bû ji bo gotûbêjkirina aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê de ligel Serokmarê Fransa. Fransa bi cidî hewl dide ji bo çareserkirina wê aloziyê, lewma jî dê wê pirsgirêkê û pirsgirêka Libnanê jî çareser kir. Fransa pişta mafên Herêma Kurdistanê digre.”

Dolemerî wiha got: “Serokê Fransa ligel Serokê Amerîka axivî û Serokwezîrê Iraqê hat Fransa û herwiha Serokwezîra Brîtanya jî ligel Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî axivî. Yekîtiya Ewropa jî hewlên xwe dide. Hemû ji bo çareserkirina vê aloziyê ye. Lewma jî Ebadî ti rêyeke din li pêşiya wî nemaye û pêwîst e bi danûstandinan kêşeyan ligel Herêma Kurdistanê çareser bike.”

Dolemerî wiha domand: “Fransa daxwaz ji Kurdan dike ku yekgirtî bin û eger Kurd yekbana dê negihîştibana vê qonaxê. Lê Fransa berdewam behsa mafên Kurdan dike. Herêma Kurdistanê li cem Fransa xeta sor e û pişta Kurdistanê bernade.”

Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê ragihand: “Ji niha û heta dawiya salê dê guhertinên mezin çêbibin û dê pirsgirêk çareser bibin, ji ber ku tenê merceke Bexdayê heye, ew jî xalên sînorî ye û Herêma Kurdistanê dibêje em amade ne bi hevbeşî wan xalan birêve bibin, ku ew jî li gorî destûrê Iraqê ye. Eger Serokwezîrê Iraqê danûstandina red bike, dê gelekî ziyanê bibîne û careke din nabe serokwezîrê Iraqê, ji ber ku êdî civaka navdewletî pişta wî nagire.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌