ROJNAMEY XEBAT |
2017-12-17 |
 |
|
Nêçîrvan Barzanî giheşte Almanya
|
Îro, êvarî Yekşemê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandekê hikumeta herêmê giheşte Berlîn û sibe roja Duşemê li gel rawêjkara wî welatî Angela Merkel bicive.
serdana Nêçîrvan Barzanî piştî biryara parlamentoya Almanya li ser dirêjkirina dema perwerdekirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê pisporên leşkerî yên wî welatî ve hat.
Berî niha malpera wezareta derve ya Almanyayê belav kir, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dê roja Duşemî 18-12-2017 li ser vexwandineke fermî serdana Berlînê bike û demijmêr 2:00 nîvo ji aliyê rawêjkara wî welatî Angela Merkel ve were pêşwazî kirin.
Malperê amaje bi wê yekê kir ku, xalên danûstandinê jî di navbera her du aliyan de, rewşa Iraqê ya niha, şerê DAIŞê û alîkariya penaberan û vegera wan, herwiha pêwendiyên di navbera hikumeta Almanya û herêma Kurdistanê de, taybet di beware meşiq û rahênana hêzên pêşmerge.
s.g
|
|
|
|
|