ROJNAMEY XEBAT 2017-12-20
Weşana kenala nrt hat rawestandin

 Demekê kin berî niha hêzeke asayîşa Silêmaniyê girte ser ofîsa kenala NRT ku yek ji kenalên ser bi Şasiwar Ebdilwahid ve ye û weşana wê rawestandin.

Li gorî zanyariyan rawestandina weşana kenala NRT hevdem e li gel vegera Şasiwar Ebdilwahid ji derveyî welat û desteserkirina wî ji aliyê hejmarek çekdar ve.

Li gor nivîsînekê ku, wêneyeka wê bi dest BasNewsê jî ketiye, tê de hatiye wezareta rewşenbîriya Herêma Kurdistanê jî biryar daye heta hefteyekê weşana kenala NRT bê rawestandin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌