ROJNAMEY XEBAT 2017-12-20
Parlamentoya Kurdistanê: Tundî tenê xizmeta neyaran dike

 Parlamentoya Kurdistanê di derbarê aloziyên li sînorê Silêmaniyê û Germiyan daxuyaniyek belav kir. Parlamanetoya Kurdistanê ragihand ku ew piştevaniya mafên rewa yên welatiyan dikin û daxwaz ji welatiyan hat kirin ku nerazîbûn û daxwazên xwe bi awayekî aram û şaristanî bînin ziman.

Di daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê de bûyerên tundiyê daxwazên rewa yên welatiyan ji holê radikin û wiha hatiye gotin: “Tundî xizmeta neyarên gelê me dike ku dixwazin fitne derxin û armanca wan têkbirina tevgera siyasî û destûra Herêma Kurdistanê û xwîna şehîdan e."

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌