ROJNAMEY XEBAT 2017-12-20
Kareba, nexweşxane û pirojeyên avê jî bûne armanca xwepêşanderan

 Rêveberê Giştî yê Karebaya Silêmaniyê ragihand ku ji îro ve dê li Silêmanî û derdora wê karebaya niştimanî qût bibe. Ew jî ji ber êrişa xwepêşanderan li ser dezgehên hikûmî û wezgehên karebayê, bi vê yekê jî dê kareba li ser nexweşxane û bîrên avê jî qût bibe.

Ev 2 roj in ku tevlihevî li çend bajar û navçeyên parêzgeha Silêmaniyê û îdareyên Germiyan û Raperîn çêbûne û xwepêşander êrîş dikin ser dezgeh û navendên hikûmî û hizbî û wan dişewitînin.

Yek ji wan cihên ku xwepêşanderan êrîşî wê kiriye, Wêzgeha Kehroxazê ya Çepçemal e, ku karebaya Silêmanî û derdora wê li ser wê wêzgehê ye.

Piştî rawestandina wê wêzgehê, Rêveberê Giştî yê Karebaya Silêmaniyê dibêje, ji ber wê êrîşê dê ji îro Sêşemê de Silêmanî û derdora wê bê karebe bimînin. Ji ber wê qûtbûna karebayê jî dê jibilî malên welatiyan, kareba ji ser nexweşxane û piroje û bîrên avê jî qût bibin.

Yek ji karmendên Wêzgeha Kehroxaza Çemçemal, ku ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hest dikin metirsî li ser jiyana me heye û beşek ji karmendên me biyanî ne. Heta bi temamî metirsî ji ser wêzgeha karebayê ranebe, em dest bi karê xwe nakin di wêzgehê de.”

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌