ROJNAMEY XEBAT 2017-12-24
Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya cejna jidaykbûna Hezretê Îsayê Mesih, di daxuyaniyekê de ji bilî pîrozkirina cejnê li Xiristiyaniyan ragihand, ji ber bûyerên vê dawiyê û ew rewşa metirsîdar a ku heye, bawerî û dilrehetî nîn e û ew koçber nekarîne ji bo deverên xwe vegerin.

Deqa daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Bi minasibeta cejina jidaykbûna Hezretê Îsayê Mesih (silavên Xweda lê bin) pîrozbahiyê li xûşk û birayên xwe yên mesîhî li Herêma Kurdistan, Îraq û tevaya cîhanê dikin, hêviya cejnek û tatîl/bihênvedaneke xweş û ram jê re dixwaz in.

Îsal jî cejina Jidaykbûnê di demekê de tê pîroz kirin ku, mixabin, hêşta bi sedhezaran xûşk û birayên me yên mesîhî digel pêkhateyên din yên olî û neteweyî li herêma Kurdistanê koçber in ku, ji ber tundûtîjî û terora rêxistina terorîstiya DAÎŞ  ji devrên din yên Îraqê mal û milkê xwe bi cî hiştine û qesat Herêma Kurdistanê kirine. Tevî nemana DAÎŞê, lê ji ber bûyerên vê dawiyê û ew rewşa metirsîdara  heye, bawerî û dilrehetî nîne û ew koçber nekarîne ji bo deverên xwe vegerin.

Xûşk û birayên me yên mesîhî li Herêma Kurdistanê pêkhateyeke dîrokî û dêrîn ya civaka pirengî û zengîna Kurdistan in ku, bi hezaran sale bi hev re digel pêkhateyên  olî û neteweyî yên din  Kurdistan binyatdanaye û bergirî jê kiriye û hemû bi hev re bi biratî û bi aşitî jiyan e.

Em hêvîdar in mesîhî û hemû pêkhateyên din yên Kurdistanê cejin û minasibetên xwe yên bên di rewşeke baştir a jiyanê û aramiyê de pîroz bikin û penaber û koçbe r jî biserferazî bo deverên xwe yên avadankirî vegerin û bi cî, mal û mikê xwe şad bibin.
Careke din cejina Jidaykbûnê li hemûyan pîroz be, cejineke bextewer û aram ji hemûyan re dixwaz in.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌