ROJNAMEY XEBAT 2017-12-24
Bexda li dijî Kurdistanê biryareke din da

 Rêveberê Giştî yê Wezareta Bazirganiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulrezaq Nawendî ragihand Hikûmeta Iraqê biryareke din Herêma Kurdistanê da, ew jî jêbirina zimanê Kurdî ye ji ser karta erzaqan, “Em jî wê yekê qebûl nakin.”

Piştî 16 Oktoberê Bexda roj bi roj biryaran li dijî Herêma Kurdistanê derdixe û zêdetir Herêma Kurdistanê ceza dike, ku yasanas û siyasetmedar jî dibêjin ew kar nedestûrî û neyasayê bûne.

Ebdulrezaq Nawendî ji malpera KDP.info ragihand: “Hersal karta erzaqan tê nûkirin û heta niha ew kart bi zimanê Kurdî û Erebî dihat nivîsandin, lê hefteya borî Bexda kaxezên nû yên erzaqan ji me re şandin û tenê bi zimanê Erebî hatine nivîsandin û zimanê Kurdî li ser nehiştine, lewma jî em li dijî wê derketine û me wernegirtine.”

Nawendî wiha got: “Me Bexda agahdar kiriye ku em wan kaxezan wernagirin, ew jî dibêjin ji ber şaşîtiyên çapê zimanê Kurdî li ser wan nemaye, lê me bersiva wan da û me got ku ji ber sedemên siyasî zimanê Kurdî hatiye jêbirin û ne ji ber şaşîtiyên çapê ne.”


 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌