ROJNAMEY XEBAT 2017-12-25
Fûad Masûm huşdariyê dide Heyder Ebadî

Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm peymeke hişyariyê arasteyî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û di peyamê de ragihand, “Redkirina guftûgoyê ligel Kurd, baca wê mezin e û tu qewareya Kurd hilweşînî.”

Li gor malpera “Bexdad News” a Iraqî, peyama Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm di çarçova daxuyaniyeke rojnamevanî de hat û ragihand, ew li ser hewlên xwe ji bo destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam dike, ji bo wê jî du nameyên cuda ji her yek Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re birê kirine., lê ta niha ti bersiv wernegirtiye.

Li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê jî, Serokomarê Iraqê tekez kir, tevahiya aliyên li Bexdayê li dijî wê proseyê bûn, lê ji piştî biryara dedgeha Iraqê, niha hemû alî daxwaza destpêkirina guftûgoyê dikin û ti aliyek nîn e danûstandinên Hewlêr û Bexdayê red bike.

Fûad Mehsûm amaje bi wê kir, baca redkirina guftûgoya ligel Kurd gelekî mezin dibe û di dawiyê ji ber fişarên navxweyî û navdewletî Ebadî nikare qeweraya Kurdistanê hilweşîne.

Berî du rojan Şêwirmendê Yasayî yê Serokomarê Iraqê Emîr Kînanî destpêşxeriya Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm a ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de aşkere kir û got, Serokomar destpêşxeriya xwe bi razemendiya Cîgirên Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî û Eyad Elawî û Serokê Parlemantoyê Selîm Cibûrî kiriye.

Wek Kînanî diyar kiriye, Malîkî, Elawî û Cibûrî daxwaz ji Serokomarê Fûad Mehsûm kir, destpêşxeriyekê ji bo vekirina deriyê guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de dest pê bike.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌