ROJNAMEY XEBAT 2017-12-25
Termên 3 welatiyên kurd ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin hatin dîtin

Îro, Duşemê 25.12.2017 dema şerê di navbera DAIŞê û Heşda Şeibî de pêhatî termên sê welatiyên Kurd hatin dîtin.

Li gor jêderekî asayîşê ji bajarê Kerkûkê ji BasNewsrê re ragehandî ku, Îro danê êvarê li nêzîkî gundê Şanşînê yê ser bi navçeya Pirdê ve termên sê welatiyên Kurd ji aliyê xelkê û leşkerên artêşa Iraqê ve hatin dîtin û cihê eşkenceyê li ser laşên wan hebûn.

Ew her sê welatî bi navê Hîwa Jengin, Kusret û Firyad in ji gundê Qere Erebet ya ser bi navçeya Dubiz in û ji berî 3 40 rojan ji gundê Kelehor ji aliyê çekdarên DAIŞê hatibûn revandin.

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌