ROJNAMEY XEBAT 2017-12-25
Elî Ewnî: Bexda şer dixwaze û civaka navdewletî jî li pişta Kurdistanê ye

 Endamekî Serkirdatiya PDKê dibêje, “Em daxwaza gotûbêj û aştiyê ji Bexdayê dikin, lê ew daxwaza şer dike, lewma jî civaka navdewletî pişta Kurdistanê digre û guvaşê dixe ser Iraqê ku gotûbêjan bike ligel Hewlêrê.”

Berpirsê Şaxa 10 a PDKê û Endamê Serkirdatiya PDKê Elî Ewnî ji malpera KDP.info re ragihand: “Destê hikûmetên Iraq û Îranê di nava xwepêşandanên Silêmaniyê de ye. Ew dixwazin bighê wê astê ku Hikûmeta Iraqê bê û bêje tevlihevî çêbûye û divê em kontrol bikin û divê em Herêma Kurdistanê nehêlin.”

Ewnî wiha got: “Heyder Ebadî bi xwe jî ne di destê xwe de ye û ew di bin fermana Îranê de ye û di bin fermana lêvegera Şîeyan li Necef e, ku herdu alî jî ligel xistina guvaşan e li ser Herêma Kurdistanê. Serokwezîrê kîja welatî naxwaze welatê wî aram be?.”

Elî Ewnî wiha domand: “Em daxwaza gotûbêj û aştiyê ji Bexdayê dikin, lê ew daxwaza şer dike, lewma jî civaka navdewletî pişta Kurdistanê digre û guvaşê dixe ser Iraqê ku gotûbêjan bike ligel Hewlêrê. Bexda hizir dike ku ew biser ketine û dibêjin divê em wan piştgiriyên navdewletî ji ser Kurdistanê qût bikin, ji ber ku dibînin çiqasî civaka navdewletî pişta me digre.”

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌