ROJNAMEY XEBAT 2017-12-25
Heta hilbijartinên Iraqê dê guhertin çêbibin û PDKê biryara hevpeymanê xwe nedaye

 Îro dest bi tomarkirina hevpeymaniya aliyên siyasî yên Iraqê bo hilbijartinan tê kirin û Berpirsê Dezgeha Giştî ya Hilbijartinan a PDKê Xesro Goran jî dibêje heta niha PDKê biryar nedaye dê hevpeymaniyê bi kê re bike, ji ber ku heta wê demê rewş bê guhertin.

Li Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê zêdetirî 146 aliyên siyasî navê xwe ji bo hilbijartinan tomar kirine, hevdem deriyê tomarkirina hevpeymaniya wan aliyên siyasê tê vekirin û dê heta 7ê meha bê berdewam be.

Xesro Goran jî dibêje heta niha ti pilana PDKê tune ye ku dê hevpeymaniyê ligel kîja aliyê siyasî bike.

Goran ji malpera KDP.info re ragihand: “Me wek PDKê navê xwe li cem komîsyonê tomar kiriye û em li hêviya pêşhatên bê ne. Hêj 5 meh ji hilbijartinan re mane, heta wan hilbijartinan jî dê rewş bê guhertin, lewma jî hêj PDKê biryara beşdariya di hilbijartinan de nedaye. Rewşa navxwe ya Iraqê bi aliyekî ve diçe ku hêj nexuya ye dê hilbijartinê bê kirin ya na.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌