ROJNAMEY XEBAT 2017-12-27
Amerîka alîkariya çaksaziyên nava Wezareta Pêşmerge dike

 Cîgirê Serfermandarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Salar Cebar dibêje, alîkariyên Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge berdewam in û Wezareta Pêşmerge jî reform û çaksaziyên baş kirine û niha dest bi danîna pilaneke nû kiriye.

Lîwa Salar Cebar ji malpera KDP.info re ragihand: “Alîkariyên Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge berdewam in û biryar e sala bê 2 lîwayên nû yên Pêşmerge ava bikin û hemû biçek bikin. Herwiha ew alîkariyên ku berê ji Pêşmerge re dihatin berdewam in û nehatine rawestandin.”

Derbarê projeya çaksaziyê di nava Wezareta Pêşmerge de, Cebarî wiha got: “Wezareta Pêşmerge di vî warî de gelek gavên baş avêtiye û di wê projeyê de jî komîteyeke Amerîka ligel me rojane kar dike û alîkariya me dike.”

Salar Cebarî wiha domand: “Me dest bi avakirina nexşeyeke nû Hêzên Pêşmerge re kiriye û bi vî awayî dê lîwayên Hêzên Pêşmerge bên rêkxistin, ku ew projeya çaksaziya Wezareta Pêşmerge ji 35 xalan pêk tê.”

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌