ROJNAMEY XEBAT 2017-12-27
Hêzên Iraqê li Xaniqîn pêşde tên

 Berpirsekî PDKê li Xaneqîn ragihand ku hêzên Iraqê îro danê sibehê dest bi pêşrewiyê kirin ber bi Xaneqîn ve û dixwazin vegerin wan cihên ku hêzên rêjîma Beis lê bûn.

Berpirsê Şaxa PDKê li Xaneqîn Şêx Ceifer Şêx Mistefa ji malpera KDP.info re ragihand: “Beriya 2 rojan hêzên Iraqê li cem Pira Helwan kom bûne û biryar dane ku dest bi pêşrewiyê bikin heta ku bighên sînorê Hêla 34 a serdemê rêjîma Beisê. Îro jî hêzeke wan bi navê Lîwaya Mexawîr a ser bi Hêzên Dîcleyê li hêla Gulecoyê dest bi pêşdehatinê kirine û hêzeke asayiş û xwebexşan jî çûne pêşiya wan bigrin, ji ber ku ew dixwazin riya di navbera Kelar – Xaneqîn de bigrin.”

Şêx Mistefa wiha got: “Ew dixwazin vegerin bo hêla 34 a rêjîma Beis û heta niha jî Hêzên Pêşmerge ti tevger li wir nekirne, ji ber ku hêzên Iraqê dibêjin li gorî rêkeftina wan a 16 Oktoberê ligel hinek serkirdeyên YNKê, hêzên Iraqê azad in ku bên wan navçeyên Kurdistanî, lewma îro hêzên wan ber bi Xaneqîn ve tên.”

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌