ROJNAMEY XEBAT 2017-12-28
Bi belge.. Îstixbarata Iraqê gefê li xelkê 3 gundên Kurdan dike

 Bi fermana Parêzgarê Kerkûkê yê ku Bexda daniye, îstixbarata Iraqê gefê li xelkê 3 gundên Kurdan li Kerkûkê dikin û ji wan re gotine eger hûn ji malê xwe dernekevin û emê malê we bişewitînin û wan jî bigrin.

Berpirsê Komîteya PDKê ya Navçeya Sergerdan Kameran Rehman ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî bûyerên 16 Cotmehê ew Erebên Beisî ku di dema Sedam de milkên Kurdan dagîr kiribûn, dîsa vegeriyane navçeya Sergerdan a ser bi bajarokê Dubiz û gefa derxistina Kurdan ji wê navçeyê dikin, lê welatiyên Kurd dibêjin em ji malê xwe dernakevin. Ew jî berdewam pirsgirêkan wan gundiyan re derdixin, nexasim li gundên Pelkane û Sarelî û hejmareke gundên din.”

Kameran Rehman wiha got: “Ev zêdetirî mehekê ye ku guvaşeke mezin li ser Kurdan e ku ji wan re dibêjin divê hûn ji malê xwe derkevin. Duhî jî Dezgeha Îstixbaratê ya Iraqê bi biryara Parêzgarê Kerkûkê bi wekalet Rakan Seîd, duhî ligel Erebên Beisî hatine ser hersê gundên Kurdan û gef li wan kirine ku eger di nava 3 rojan de ji gund dernekevin dê malên wan bişewitînin û gundiyan jî bigrin û wan bi zorê ji gund derxînin.”

Rehman wiha domand: “Êdî bi kaxezên fermî ji parêzgarê Kerkûkê û bi hêzên serbazî dixwazin Kurdan ji malên wan derxînin û hêzeke Iraqê li gundê Sarelî bicîh bûne û gefê li welatiyên Kurd dikin û me jî wek dezgehên Sergerdan ev yek gihandiye Neteweyên Yekbûyî û hemû aliyên pêwendîdar ku dîsa siyaseta bi erebkirinê li Kerkûkê destpê kiriye.”

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌