ROJNAMEY XEBAT 2017-12-28
Konsulê Bulgarya: Kurdistan hevpeymanê cihê baweriyê yê civaka navdewletî ye

 Konsulê Bulgarya li Herêma Kurdistanê Dêmîtrî Ogrînov di hevdîtina xwe de ligel Berpirsê Pêwendiyên Derve yê PDKê ragihand ku Herêma Kurdistanê hevpeymanê cihê baweriyê ye yê civaka navdewletî.

Şandeke Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê serdana Konsulxaneya Bulgarya li Hewlêrê kir û ji aliyê Dêmîtrî Ogrînov ve hat pêşwazîkirin.

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yên PDKê Hoşyar Sîweylî di wê hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera welatê Bulgarya û Herêma Kurdistanê bi giştî û pêwendiyên PDKê ligel aliyên siyasî û dezgehên Bulgarya kir.

Sîweylî behsa bûyerên vê dawiyê yên Kurdistan û Iraqê kir û got ku ew hemû nexweşî ji ber eqliyeta deselatdar li Bexdayê ye, ku ti dersek ji dîroka yên berî xwe wernegirtine û dixwazin bi hizra hêzê rêveberiyê bikin û hemû sedelatan bixin destê aliyekî de.

Sîweylî tekez kir ku Hikûmeta Bulgarya û Yekîtiya Ewropa dikarin zêdetir hevkarî û gelê Kurdistanê bin di bihêzkirina dezgeh û fermangehên Hikûmeta Kurdistan.

Konsulê Bulgarya ragihand ku Herêma Kurdistanê bi salan e xebatê ji bo azadî û bi destanîna aştiyê kiriye û di şerê li dijî terorê de jî piştrast kir ku xwedî buhayeke bilind e û bergirîkareke bihêz e, ku hevpeymanê cihê baweriyê yê civaka navdewletî ye.

Herwiha tekez kir ku welatê wî amade ye zêdetir alîkariya Kurdistanê bike û ji bo wê yekê sala bê dê asta nûneratiya xwe li Kurdistanê bilind bike ji bo bihêzkirina pêwendiyan û derbasbûna nava qonaxeke nû û berfireh.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌