ROJNAMEY XEBAT 2017-12-28
Heşda Şeibî gundeke din ê Kurdistanê dagîr kir

 Hêzeke ser bi milîsên Heşda Şeibî îro gundê Xalo Bazyanî ya ser bi Qerehencîrê dagîr kir û bi tank û hemeran gund pişkinîn kirin.

Kadirê Pêşketî yê PDKê Îsmaîl Henareyî ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro danê sibehê hêzeke milîsên Heşda Şeibî ku ji hejmareke tank û otomobîlên hemer pêk hatibû, ber bi gundê Xalo Bazyanî ve û malên gund pişkinîn kirin, dema xelkê gund ji wan pirsyar kirin ku çima pişkinînê dikin, wan çekdarên Heşda Şeibî digot ku ew hatine ji bo ku bizanin çima Pêşmerge li wî gundî ne.”

Îsmaîl Henareyî wiha got: “Di dema destdanîna ser wî gundî şer di navbera Pêşmergeyên wê deverê û çekdarên Heşda Şeibî de derneket û fermandarên wan gotine ku ewê sibe dîsa vegerin û ligel Hêzên Pêşmerge bicivin, ku ev cara yekê wî gundî dagîr dikin.


 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌