ROJNAMEY XEBAT 2017-12-30
Amerîkayê derbarê êrîşa ser hêzên kurd de Sûriyê hişyar kir!

 Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis hişyariyê dide Serokê Sûriyê Beşar Esed li hember encamdana her êrîşekê li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û aşkere dike, hejmara Amerîkiyan li Sûriyê tên zêdekirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka James Mattis di konferanseke rojnamvanî de got:“Emê ji plana kontrolkirina xakê bo cibicîkirina aramiyê bikin. Hûnê hejmareke zêde ji dîplomatkarên Amerîkî li ser erdê bibînin.”  

Berî demekê Serokê Sûriyê Beşar Esed Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevpeymanê Amerîka li Sûriyê bi “xiyanetiyê” tometbar kir.

Derbarê pirsa heger rêjîma Sûriyê xwast plana Amerîka li Sûriyê asteng bike de James Mattis hişyarî da Şamê û got: “Ew çewtiyek e”

Ji aliyê xwe ve jî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad gotibû, DAIŞek din bi navê Hêzên Sûriyeya Demokratîk li Sûriyê heye. Herwiha Muqdad got, divê HSD tevlî komara Sûriyeya Erebî bibe, yan wê çarenivîsa wê wek ya DAIŞ û Nusrayê be.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka beşeke mezin ji bakur û rojhilatê Sûriyê ji DAIŞê kontrol kiriye.

Wezîrê berevaniya Amerîka James Mattis ragihand, ew naxwazin Sûrya dabeş bibe, ewê karên xwe li navçeyên derveyî desthelata hikûmetê çalak bikin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌