ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Tirkiye: Em ji aloziyên Îranê dilgiran in

 Wezareta Derve ya Tirkiyê derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de ragihand ew dixwazin pêşî li mezinbûna bûyeran bê girtin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê li ser xwepêşandanên û nerazîbûnên li dijî gendelî, rewşa jiyanê û ne dadperweriyê Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav bûne daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Tirkiyê hat gotin ku li Îranê ji 28ê Berfanbarê vir ve xwepêşandan dewam dikin û di wan xwepêşandanan de nûçeyên kuûtina mirovan û herwiha zirardîtina avahiyên gelemberî bûne cihê fikaran û Tirkiye dixwaze ku aramiya civakî û îstiqrara Îranê were parastin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hatiye ragihandin: “Serokomar Hesen Ruhanî diyar kir ku mafê gel heye ku xwepêşandana aştiyane bike, lê divê qanûn neyên binpêkirin û zirar negihêje mal û milkê gelemperî. Li gor me jî divê wiha be û divê mirvo ji tundiyê dûr bisekine û nekeve defika provokasyonan.”

Hikûmeta Tirkiyê wiha domand: “Em hêvî dikin ku li welêt demildest sikûnet çêbe, aqlê selîm bi ser keve, pêşî li bûyeran were girtin û pêşî li gurbûna bûyeran bê girtin û di geşedanan de navtêdan û midaxaleya dereke çênebe.”

 

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌