ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Mercê Encûmena Şingalê: Divê Heşda Şeibî û PKK ji Şingalê derkevin

 Hikûmeta Iraqê daxwaz ji Encûmena Qezaya Şingalê dike ku vegerin Şingalê, lê ew encûmen dibêje emê bi merc vegerin eger Heşda Şeibî û PKK li Şingalê nemînin.

Serokê Encumena Qezaya Şingalê Weys Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê Heşda Şeibî û PKK ji navçeya me derkevin û ev mercê me ye ji bo vegera Şingalê. Ji ber ku ew herdu hêz ne şerî û ne rewa ne û ew bi kêfa xwe kursiyên îdarî belav dikin.”

Li gorî Weys Nayif, Encûmena Qezaya Şingalê gihîştiye wê baweriyê ku ku îdareyeke hevbeş di navbera Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de dê aramiyê çêbike û eger ew yek jî pêk were dê Encumena Qezaya Şingalê jî vegere Şingalê.

Nayif wiha got: “Bexda dixwaze bi riya vegera me bo Şingalê rewatiyê bidest bîne, lê me gotiye heta hemû rêveberiyên Şingalê venegerin, em jî venagerin.”

Berpirsên îdarî yên Şingalê dibêjin, Heşda Şeibî û PKKê li Şingalê kursiyên îdarî û leşkerî di nava xwe par vekirine û jibilî ku ti xizmetê ji Şingalê re nakin, berdewam binpêkirinan dikin.


 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌