ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Parlamenterê kurd Musenna Emîn: Hikûmeta Iraqê dixwaze gundên kurdan bide ereban!

 Endamekî kurd yê parlamentoya Iraqê dibêje, divê serokomarê kurd yê Iraqê Fuad Mehsûm serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî neçar bike bi Herêma Kurdistanê re dest bi diyalogê bike.

Parlamenterê kurd û serokê firaksyona Yekgirtû li parlamentoya Iraqê Dr. Musenna Emîn di civîneka rojnamevaniyê de behsa hewlên hikûmeta Iraq û Heşda Şeibî yên zeftkirina gundên kurdan li devera Xurmatû kir û ragihand, dixwazin dîsa kurdan sirgûn bikin û wan deverên Kurdistanê jî bidin ereban.

Dr. Musenna Emîn her wiha got, dixwazin bi zorê gundên kurdan jê bistînin û bidin ereban. Ev nîşan dide ku dixwazin Herêma Kurdistanê bikşînin nav şer. Gunehê vê yekê jî di stûyê serokwezîr Heyder Ebadî de ye. Nabe kes bi vî agirî bilîze.

Wî parlamenterê kurd bang li serokomarê kurd yê Iraqê Fuad Mehsûm jî kir, serokwezîrê Iraqê neçar bike da ku bi Herêma Kurdistanê re dest bi diyalogê bike.

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌