ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Kerkûk… Li dijî parêzgarê Heşdî Şeibî xwepêşandan pêk hat!

 Îro 02.01.2018ê hejmarek hemwelatiyên Kerkûkê nêzîk pira Xas a bajar xwepêşandanek li dijî parêzgerê Heşdî Şeibî yê Kerkûkê Rakan Seîd pêkanîn.

Xwepêşandan bi navê ‘’Biryar û pêngavên Rakan Seîd pêkhateya civakî têk dide’’ destpê kir.

Rêxistvanê xwepêşandanê Edhem Cuma di destpêka xwepêşandanê de ragehand: ‘’Em wek xelkê Kerkûkê me berê jî li heman cîh xwepêşandanên berevaniyê li gel û wî bajarî pêkanî. Naha jî em berevaniyê li gel dikin û em rêgiriyê li proseya ereb kirina Kerkûkê ya parêzger Rakan Seîd dikin.’’

Herwaha ragehand,  divê hemû mafên rewa yên kurdan ku di destûra bingehîn a Iraqê de hatine nivîsandin bên bicîh anîn.

Her di destpêka xwepêşandanê de hêzên ewlehiyê bi zorê xwepêşander belav kirin û nehiştin rojnamevan jî weşanê bikin. 

Ew xwepêşandan piştî xiyaneta 16ê cotmehê milîsên Heşdî Şeibî bi piştgiriya hikûmeta Iraqê û îdareya naha ya bajarê Kerkûkê ve bi awayek bihêz projeya ereb kirinê gelek awayan destpê kir û 17 gundên kurdan ên bajarokê Sergeran a ser bi bajarokê Dubiz li sînorê parêzgeha Kerkûkê hatin ereb kirin û xwepêşandan jî li dijî wan kiryaran destpê kirin.

Li gor agahiyên BasNewsê hêzên ewlehiya Kerkûkê rêxistvanê xwepêşandanê Edhem Cuma girtine û naha jî nehatiye azad kirin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌