ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Zêdetirî du hezar kesan li Hacî Omeran çûn ser karê xwe!

 Hejmarek zêde ya bazirganên Kurdistanê bi rêya xala sînorî ya navnetewî ya Hacî Omeran ve bazirganiyê dikin.

Berpirsê peyvendiyên xala sînorî ya navnetewî yê Hacî Omeran Dersîm Tehsîn ji BasNewsê re ragehand, ji ber daxistina deriyê sînorê Hacî Omeran hejmarek zêde ya wan kesane karê bazirganî û karkerî dikirin û bi taybet rûniştvanên navçeyê ne bê kar mabûn.

Dersîm Tehsîn ragehand, li deriyê sînor 2620 kes bazirganiyê dikin. 731 kamyonên barhelgir, 430 wesayîtên taybet û zêdetir ji 500 karkeran kar dikin û vebûna sînor ve hemû ew kesane vegeriyan ser karên xwe.

Îro 02.01.2018ê Dersîm  Tehsîn di tora xwe ya civakî facebookê de agahdariyek belav kir û ragehand, ji îro û pê de bazirgan û hemwelatî dikarin dest bi bazirganî û hatûçûna xwe ya li merzê Hacî Omeran bikin. 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌