ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Hikûmeta Kurdistanê: Raporta NY li ser rewşa Xurmatû kêm û lawaz e

 Hikûmeta Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember raporta Neteweyên Yekbûyî li ser binpêkirinên ku li bajarê Xurmatû ji aliyê Heşda Şeibî ve derheqê Kurdan de hatine kirin, nîşan da û ragihand, raport kêm û lawaz e.

NY roja 23 Kanûna 2017 raportek li ser wêrankarî û binpêkirinên ku ji aliyê Heşda Şeibî ve li dijî kurdên Xurmatû hatine kirin, belav kir.

Lêjneya bersivdana raportan ya hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ji malpera KDP.info re hatiye şandin, nerazîbûna xwe li hember wê raportê nîşan da û ragihand, di raporta NY de wêrankarî û binpêkirinên Heşda Şeibî bi başî nehatine gotin.

Di daxuyaniya lêjneya raportan de hatiye gotin ku Kurdên Xurmatû yekser rastî êrişa çekdarên Heşda Şeibî hatine ne êrişa welatiyên Turkmenên Şîe, ku milîsên Heşda Şeibî bi awayekî sereke gelê Kurd kirine aramnca xwe û ji ber dagîrkirina wan jî li Xurmatû zêdetirî 100 hezar kes koçber bûne, ew jî jibilî teqandin û şewitandina zêdetirî 150 malên Kurdan.

Li gorî daxuyaniya wê lêjneya hikûmetê, di warê amar û agahiyan de jî raporta NY lawaz e û amarên ku tê de hatine dayîn jî kêm in. Piştî dagîrkirina navçeyên Kurdistanî welatiyên Kurd rastî gelek binpêkirin û tundûtîjiyê û revandin û gefan bûne, ku wan navçeyên ku Heşda Şeibî hatiye wan, zêdetirî 168721 kes koçber bûne û berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Hikûmeta Kurdistanê dibêje, li Xurmatû welatiyên Kurd bi pileya yekem ketine ber êrîşa wan milîsan. Herwiha li navçeyên Kerkûkê jî piştî hatina Heşda Şeibî dîsa proseya bi erebkirinê destpê kiriye û aliyek ku kêmîne ye li wir bi alîkariya Heşda Şeibî demografiya wê navçeyê dughere û Kurdan bi tirs û revandin û bi zorê ji cih û warên wan derdixin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌