ROJNAMEY XEBAT 2018-01-02
Hikûmeta Kurdistanê: Em pêşwaziyê li her pêngavek erênî ji Bexdayê dikin

 Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyekê ve aşkera kir, hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li her pêngavek erênî bo guftûgoyên çareseriya pirsgirêkên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê yên ser bingehê destûrê dike.

Berdevkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê got: “Encûmena wezîran a herêma Kurdistanê di civîna xwe ya dawî de teqezî li ser helwêsta xwe kiriye, ku amade ye bo çareseriya hemû pirsgirêk li ser bingehê destûra Iraqê, li hikûmeta federal û dest bi guftûgo bike û hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî Ii her pêngavekê dike, ku rê ji bo destpêkirina guftûgo di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de xweş bike.”

Sefîn Dizeyî ragehand: “Her di vê çarçoveyê de hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li wan amaje û pêngavane dike ku heftiya borî li Bexda derketin û bi awayek niyetek paqij hate xwandin û wek serdana şandeke hikûmeta Iraq bo herêma Kurdistanê û daxwaza pêkanîna lijneyek hevbeş bo guftûgo derbarê deriyên sînor, balefirgeh, bendavên herêma Kurdistanê û daxwaza lîsteya mûçexwarên wezareta tenduristî û perwerdê ya herêma Kurdistanê, ji aliyê hikûmeta Iraqê ya federal ve bi armanca rêkirina mûçeyan, gavên erênî bûn.”

Dizeyî derbarê vekirina deriyên sînorê herêma Kurdistanê li gel Îranê jî got: “Hikûmeta herêma Kurdistanê ji wan pêngavan keyfxweşe û bi pêzanîn ve pêşwazî lê dike. Herwaha amadeye li ser pirsgirêka rêveberina deriyên sînor û balefirgehan li gel hikûmeta Iraqê guftûgo bike û li gor mekanîzmayên destûra Iraqê diyar kirî, alîkarî û hemahengî li gel Bexda bike, ku çareseriyek hevbeş a di berjewendiya her du aliyan de ava bike.


 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌